Zemanekî li Sê Welatan

Zemanekî li Sê Welatan

ISBN: 9786259831152

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Ev roman berê xwe dide rabirdûyê û dahatûyeke dî jê saz dike. Nexşe û nîzamên ji yên îro cudatir tên danîn li dinyayê. Herba Mezin tenê du salan dewam dike. Monarşî ne li Romê, ne jî li nav Ûris hildiweşe. Li Sê Welatên Kurdistanê yên di navbera zilhêzan û werçerxên mezin de dinalin, çerxa felekê bi raperîn û şikestinan digere heta ku dewleteke nû ava dibe. Her di wê demê de, daw û dozeke ku bi dirêjahiya nifşan didome qedera sê malbatan serobino dike. Li aliyekî mehkûmî, rev û gera li pey heyfê, li aliyekî dî hêvî, mirad û bênesîbî. Li aliyekî mirovên winda, li aliyekî miriyên ku hîn jî li nav zindiyan digerin. Û bêdengî, bêdengiyeke ku her tiştî ji nû ve dide sehkirin… Ciwanmerd Kulek piştî neh salan bi romaneke nû tê pêşberî xwendevanên xwe û wan dibe zemanekî dûr ê tijî ji serhatî û bîrhatiyan. Zemanekî li Sê Welatan, şi‘reke dirêj û bênavber dinehwirîne li ser çarenivîsa mirovan.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş