Tu

Tu

ISBN: 9786057728814

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Tu romana tenêtiyê; romana rojên êş, azarî û keserkûriyê ye. Digel vê yekê, romana rojên ku rê û rêçekê li ber nivîskariyê vedike. Di rojên weha de pencereyek, dermanek, çareyek û ronahiyek divê; ji wî kesê hêvîdar ê ku di nav tarî û qirêjiya girtîxanê de ye. Lehengê romana Tu, xwe berdide nav rehên dewlemendiya tarîx, çand, kultir, ziman û folklora kurdî û pê de dihere; dibe nêçîrvanê peyv û gotinên zimanê kurdî, pê nefesê digire û dide. Di nav vê jiyana girtîxana bedbîn û dijwar de kêzikek dibe hevalê wî. Bûyer û serpêhatiyên dihu yên zarokatî û çîroka dapîrê dibin dîmenên rengîn û pastoral ên romanê. Serborî û motîfên rojhilat, bi teknîkên edebî yên rojava tên hûnandin. Ziman, kultir, folklora gelêrî, mîmarî, serpêhatî û kevneşopiya kurdan a cografîk, wekî wêneyekî kevnare hatine raxistin li ber çavan di vê romanê de. Dema roman bi dawî dibe, tehma jan û keseran a bi hêviyeke xurt veguheziye serkeftineke nefsbiçûk, ji dilê meriv diniqute. Tu destpêkek e û mizgîniya xurtbûna berhemên li pey xwe dide me.   (Tanıtım Bülteninden)  )

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş