Tozistan Romana Xendeqan

Tozistan Romana Xendeqan

ISBN: 9786259538310

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Piştî heftê û neh rojan şer qediya. Çend saetên din ez ê bikaribim êdî ji vê xelwetgeha xwe derêm û biçim mala xwe ya ku Niştimanê ji bo xewnên xwe li wê derê şer dikir. Ez ê biçim serdana mala xwe ya li taxa Yafesê û Niştimanê bibînim. Piştî çend saetên ez ê bayê ku ji hêla Cûdî û Gabarê hiltê û li ser çemê xemgîn digere bêhn bikim. Ez ê herdu pişikên xwe ji bayê giran î ku min bi mehan di vê xelwet gehê de dikişand paqij bikim. Çavên min wê dîsa bi taxa Nûrê bikevin. Ez ê biçim serdana Birca Belek û herim ser qebra Mem û Zînê. Ez ê li kenarên çem bimeşim û li xiştexişta pelên çinar û spîndaran guhdarî bikim, ez ê li dengê şalûl û qumrî û çivîkan guhdarî bikim, ez ê li dengê herikîna Dîcle jî guhdarî bikim û helbestên Cizîrî bixwînim. Ez ê li her koşeyekê li Niştimanê bigerim. Kî çi dizane! Tew belkî ew li min digere û em ê li koşeyek ji koşeyên vî bajarê tirsiyayî, serjêbûyî û binpêbûyî rastî hevdu werin!

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş