Sîya Şevê

Sîya Şevê

ISBN: 9786059014175

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Pişti romana xwe ya dilveker "Evina Merxaseki" ya ku çiroka evina Derweşe Evde u Edule tine zimen, İbrahim Osman ve care me dibe geşta çiroken xwe yen xwedi vegotineke rewan, xweşkok u herikbar. Berhema ku ji heft çirokan pek te, xwineri wer dike di xefika tevin u hunandinen xwe yen şirin de. Çiroken Siya Şeve giraniye didin kitekiten jiyana gerilatiye u salen bi eş u keser en ku mohra xwe li çarenivisa gele kurd daye. Ji "Nasnameya Bi Xwin" bigire ku behsa rasthatiniya kambax u dilsoj a xiziman di şere birakujiye de dike, heta bi çiroka "Xezineya Bin Erde" ya ku bale dikişine ser destpeka bişkivina xebata çekdar a gele kurd li bakure Kurdistane u sosretiya danustandina kurdan a li gel ve xebate, u heta bi "Yazdeh Gul Bişkivin" ku çiroka mirina trajedik a duwazdeh şervanen azadiye bi desten xwezaya Kurdistane ya dilkevir radixe ber çavan. U di nav re, malwerani, qeleşi, hevişikestin u buyeren kenegiri tevina çirokan di heriya xwe vedigevizinin. İbrahim Osman xwe di çirokbejiya xwe de dispere diware gewre ye rastgiriya diroka gele kurd a nujen u hewl dide ku hurgiliyen ve diroke di qalibeki wejeyi ye cihewaz de ro bike.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş