Kitap Hakkında
Vê carê me ji kaniya ziman û edebiyat û bi giştî kultûra kurdî kovarên Hawar û Ronahî ku bi serpereştiya Celadet Alî Bedirxan û alîkariya ronakbîrên kurd ên din derdiketin, berhevokek berhemên folklorê amade kir: Şîretbêj. Berî vê berhevokê bi navê Stranvan me berhevokeke din çap kiribû, bi Şîretbêj re berhevkirin/kitêbkirina berhemên folklorîk ên Celadet Alî Bedirxan; Hawar û Ronahî temam dibe.Berhem ji sê beşan pêk tê. Wek kategoriyek giştî berhemên folklorîk me bi “Gulistan” bi nav kir, “Şîretbêj” û “Hinek jî Henek.” Beşên duyem û sêyem jixwe di kovaran de wekî sernav hatine bikaranîn. Wek her carê me hemû agahiyên nivîsê li dawiya wê nivîsandin. Celadet Alî Bedirxan bi navê xwe û çend navên mustear û gelek tişt jî bê nav nivîsandine, ji uslûb û naveroka wan diyar dibe ku ê wî ne. Hin tekstên bi mijarê ve girêdayî ku nivîskarê wan diyar e û ne ê wî ne jî, me xwest di vir de bi cih bibin.
Yazar
Yazar
Celadet Ali Bedirxan
Profili Görüntüle
10 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş