Şêx Zîro

Şêx Zîro

ISBN: 9786259800158

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Zîro: Nemayo! Rewşa segî ji ya me qenctir e. Ne derdê segî yê mal û zarok û karî heye, ne derdê zewac û jinê... Salê carekê dêhleba wî heye, tiştek kir, kir gava nekir ji xwe re nake xem û eza. Nabêje ka min îsal şol kir nekir. Zarok dê bimînin birçî. Derd û pirsgirêka zexil û xwarinê nîn e. Zikekê têr e, yekê birçî ye. Gava birçî dibe diçe li zikak û sergûvkan digere zikê xwe têr dike. Gava têr li pê xwarinê nagere. Derdê wî yê nijandinê qet nîn e. Derd û pirsgirêkên wî li gel dewlet û cîranan nîn e. Pirsgirêkên wî yên olî, neteweyî, çandî qetîyen nîn in. Li ku derê lê bibe şev li wêrê ye. Ferqa şev û rojê ji bo wî nîn e. Dûvikê xwe danîne ser pişta xwe, dilê wî ku derê hes bike dike wê derê û li wêrê dimîne. Ser û dilekê bêxem û bêkeder û rihet heye. Vêca Qadoyê nemayî bi rewşa segî nerazîye. Qado: Zîro te rewşa segî wesa vegot, ez ê niha dua bikim ku Xweda min bike se û dûvê xwe bavêjim ser piştê. Zîro: Kuro Xweda kengî dua pejirandine û tiştek qenc kiriye? Qado: Aha aha dîsa devê xwe yê bimbarek vekir, tika dikim tu neaxivî.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş