Şêx Mehmûdê Hefîdzade Di Belgenameyên Fransayê De

Şêx Mehmûdê Hefîdzade Di Belgenameyên Fransayê De

ISBN: 9786256963832

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Piştî Şerê Cîhanê yê yekê, Şêx Mehmûd yek ji kesayetîyên yeke- min yê hereketé neteweyî yê kurd û di eyni wexti de jî sembolé neteweyî yê neteweyekî yê dijî bi mezintirîn û pirrçektirîn dewleta koloniyalist ya cîhanê. Dema ku mirov li wî dinêre çawan ev serok bi wî ruhé kurdîtiyê li hemberê mezintirín dewleta cîhanê şer kiriye û hetta di nav zindanê de û ji roja dadgehê heta mirinê jî rika xwe ya zêde li hemberé ingilizan neveşartîye, mirov fehim dike ev serok bi rasti her bi kurdi jiyaye û her bi kurdî jî mirîye. Lê ev nabe tu wextê bê wê manayê ku Şêx Mehmûd -weki her serokekî din- di jiyana xwe ya siyasî de şaşî nekiribe û ji bo bûye- ran tez û xwendinên şaş nekiribe.Dîroka Şêx Mehmûd û dîroka avakirina dewleta (Iraq)ê û siyaseta koloniyalizmê ya Britanyayê li navçeyê îhtimal e ji hev nayê cihê kirin. Ne bêsûd e heke em vê bêjin ku Ingiliz di dawîya nîvê yeke yê sedsala 19an de gelek bi germi dijîtîya hemî hewleke neteweyî ya kurdan kirîye û îhtimal e heta destpêka dawîya Şerê Cîhanê yê Yekê de, Ingilîz gelek ji İmparatoriya Osmanî û Qacarî zêdetir dijîtîya pirsa kurd kirîye û di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekê de jî raste rast îhtimal e ji hemî gelekî zêdetir guleyên topan û firokeyên şer û hemî awa çekan li dijî kurdan bikar anîbe.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş