Kitap Tanıtımı |
Herdu çavên te bûn
Yên xemgînî
Ji xewnên binefşan
Didizîn
Herdu lêvên te bûn
Yên rezên tirî
Talan kiribûn
Jana Seyda di Şeva Dawî de
Di helbestên dîwana wê de tev -ji bilî helbesta Mehabad- hesaniyeke pir bedew heye ya ku wan helbestan tev dighîne hevdû; kûrahiya rewşa helbestî û giraniya wê ye, mirov bi hesaniya xwe dixapîne.
Ez ê zêde mezin nekim ku bibêjin: Di gotinên ku Jana di vê kitêbê de têra xwe mêr rexne kiriye; ew mêrê dudil, yê tirsok, yê ku ketiye lîskê da ku bi têkçûna xwe vegere û bi têkçûna xwe razî be jî ji berk û ew wê têkçûnê heq dike lew re ku bi xeyalên mêrane bendkirî bû.
Jana tevî ku helbesta flash dinivîsîne an helbesta kurt, em dibînin ku li ser helbesta xwe dixebite, bûdem dike, wê ji giyayên nebaş paqij dike.
Jana nêzîkî cîhana xwe ya derûnî dibe, bi cegermendî li kûrahiyên xwe guhdar dike û guh nade çepikan an sirûd û dengên bilind, li xwendevanekî nagere da ku dilê wî pê bişewite û tu name li ba wê nînin da ku bighîne, ew derûnê xwe tîne ziman û hew.
Qedera wê ya helbestane ew e ku bêyî hêrs binivîse an bêyî pehlewaniyê ne delal ên ku helbestê têk dibin. Ew meydanekê dide xwendevan da ew jî birame û ramanên xwe bibêje.
M. Nûr El-Huseynî, Hejelname, 2003 |