Kitap Hakkında
Di vê xebatê de Sembolîzm di Helbesta Kurdî Ya Nûjen de diçarçoveya bandora bizava sembolîzmê de hatiye vekolandin. Bivê lêkolînê me hewl da ku em bizava sembolîzmê wekî ekolekehelbestê di çarçoveyeke teorîk de bidin naskirin û bandora wê yadi helbesta kurdî ya nûjen de, di helbestên Berken Bereh, FatmaSavcî, Selîm Temo, Ehmed Huseynî, Gulîzer û Rênas Jiyan de têgehên xwezayî yên k udi çarçoveya sembolan de hatine bikaranînbinirxînin. Di vê xebatê de me bi lêkolînan ji analîza dokumentan û bi xwendinan jî ji naveroka helbestên helbestvanan îstîfade kir.Xebata me ji du beşan pêk tê. Beşa yekem ji dekadanî, têgehasembolê, derçûna sembolîzmê, dîrokçeya sembolîzmê, çavkaniyênsembolîzmê, taybetmedîyên sembolizmê, pêwendiya sembol û wêjeyê, jiyana nûnerên sembolîzmê û helbestên wan ên ku di pêkhatina sembolîzmê de xwedî rol in ava bûye. Beşa duyem ji jiyana helbestvanên kurd ên bûne mijara lêkolînê, têgeh/sembolên hevpar ên ku helbestvan li ser rawestiyane, nîşandayîna van têgehan ênferhengî û wateyên sembolî yên ku li van têgehan hatine barkirin,tehlîl û nirxandina helbestan ava bûye.
Yazar
Yazar
Bawer Erişen
Profili Görüntüle
1 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş