Sedsalek Xebat Di Rêya Zimanê Kurdî De Teorî-Sîyaset-Îdelojî

Sedsalek Xebat Di Rêya Zimanê Kurdî De Teorî-Sîyaset-Îdelojî

ISBN: 9786256963924

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Bûyerên sala 1918 û 1991an bê payîn dêmenê zimanê kurdî guherîn, parvekirin û ji hev qutkirina di navbera desthilata siyasî û ziman de pêk anî, û hem zelalî ji bo zimanê me pêk anî û hem firsetên jê birî, û rewşenbîr û têkoşerên siyasî yên kurd kir saheya xebateke aloz û giran ya di warê ziman de.Piştî 1918an, zimanê kurdî tûşî siyaseta zimanê cûr bi cûr bû, jizimankujjya (linguicide) Tirkîyê û Îranê bigre heta geşepêdana biYekîtîya Sovyetê re ji salên 20an heta 1937an, di navbera wanherdu siyasetan de, li Iraqê dewleta întîdabê û piştî întîdabêzimanê kurdî dihelandin, rê nedidan geş bike û fireh bibe. Farisî,tirkî û erebî bûn zimanê resmî û dewletê kirin wasiteya dariştinanetewe-dewleta Tirk, Îran, Iraq û Sûrîyê û helandina gelê kurd. Limilê din Sovyetê, dewleta îdeolojîk, siyaset û bernameya xwe jibo zimanan hebû, û ji ber wê tebeqeke rewşenbîrî ya kurd pêknehatibû, firehbûn bi zimanê kurdî dibû rê veke ji bo perwerdeki-rina zimannasîyê, mamoste, nivîskar, rojnamenivîsî û rewşenbîrêndin, li Iraqê, ku tebeqeya rewşenbîrî awayê nû belavbûyî yê kurdpê hilgirtibû, bernameya dewletê ew bû kurdî di perawêzê de bimîne, û qîmeta kulturî, aborî, siyasî û zanistî peyda neke ji bowê wekî paşmaleya zimanê erebî bimîne. 

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş