Se Çirok; Qapût/Kolana Nevaye/Poz
ISBN 9786055402235
Yayınevi Nubihar Yayınları
Yazarlar Nikolay Vasilyeviç Gogol (author) | Mehmed Emin Hevidar (translator)
Kitap Tanıtımı Di vê kitêbê de bi navê Qapût, Kolana Navayê û Poz sê çîrokên Gogol hene. Ji van çîrokan çîroka Qaput, hem li Rûsiyayê hem li cîhanê gelek navdar e. Dostoyewskî bi xwe jî dibêje: Em hemû ji Qapûta Gogol derketin. Dostoyewskî, hîn wexta ku nivîskarekî ciwan e wexta romana xwe ya yekemîn diqedîne, wê romana xwe dide hevalekî xwe yê rexnegêr û jê re dibeje: Hele vê romana min bixwîne, ka çawa ye? Hevalê wî di cî de dest bi xwendina romanê dike û di derengiya şevê de, romanê diqedîne. Hevalê wî ewqas vê romanê û uslûba wê diecîbîne, sabir nake û seet di çarê deste sibê de, bi bazdan diçe mala hevalekî xwe yê nivîskar û jê re dibêje: Hela zû rabe Gogolekî nû tê dinê.