Rubaiyat

Rubaiyat

ISBN: 3002784100159

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Ev kitêba Rubaiyat ku pêncî çarînên neqandî yên Omer Xeyyam berhev kiriye., ji hêla şair û nivîskar Sabah Kara ve ji orîjînala wê ya parsî, bi zimanekî hunermendane hatiye wergerandin. Di vê wergerê de tevî menayê, pîvan û qafiyeyên çarînan jî hatine parastin. Orîjînala kitêbê ji hêla Weşanxaneya Îqbal li Tehranê di sala 1984an de bi navê Rubaiyyatî Hekîm Omer Xeyyam hatiye çapkirin. Di vê kitêbê de Rubaiyatê Parsî, tevî wergerên erebî, urdû, îngilîzî, fransî û almanî hatine çapkirin. Me jî di vê çapa xwe de wergerên kurdî yên çarînan tevî parsiya wan pêşkêşî xwendevanan kiriye. Bi vî şiklî, kesên ku bi parsî dizanin dê bikaribin wergera kurdî, bi orîjînala parsî re muqayese bikin. Wekû xwendevan3en pispor jî bi hêsanî dê fêhim bikin, kurdiya çarînan di sewiyeke zehf bilind de nêzîkî zimanê orîjînal e. Şayanî bîrxistinê ye ku kurdiya van çarînan, cara ewil ji Gulana 1994an, heta Çileya Paşîn a 1995an, di hejmarên 20, heta 28ê kovara Nûbiharê de hatine weşandin.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş