Kitap Tanıtımı |
Û piştî qonaxa donzdan, tîrêjên royê mîna lehiyekê herikîn.
Ji Teqîna Mezin û bi vir ve tarî û ronahî dorê ji hev distînin.Tarîtî hebûna xwe bi hilbûna ronahiyê winda dike. Di destana qedîm de Gilgamiş, di nav daristanê de, xwe da ser riya royê, ber bi aliyê çiyayê ku ro jê hildihat. Wî, bi qasî qonaxekê rê birî, tarîtiya ku dora wî rapêçabû, hîn bêhtir bû. Ronahî nîn bû, Gilgamiş pêşiya xwe, paşiya xwe nedidît. Gilgamiş piştî riyeke bi kosp a dirêj û tarî, rastî ronahiyê tê.
Piştî bi hezar salan Baz jî, di eynî qonaxan re derbas dibe, berê xwe dide Welatê Çiya, warê tarî, lê ne bi armanca Gilgamiş. Yek li giyayê nemirinê digeriya, ê din mirin bi xwe re digerand.
Û Kevok, ji Welatê Mezin ber bi Welatê Çiya ve bi firrê dikevê li pey şopa Jîr, li pey evîna bênîr. Tariya ku ji awirên Baz dibare, bi evîna çavên Kevokê ronî dibe. Di şerê man û nemanê de mirin wan di tariyeke bê payan de diqefêle, yek bi yek dikevin ser axa sar û şahidê wê yekê tenê stêrkên şevê ne.
Egîd jî, rênas jî mîna heyvê ne, pêşî ew mezin, fireh dibin, dibiriqin, şewq didin, paşî winda dibin û derin... |