Roja Nü ü Edebiyata Kurdi ya Geleri - 1; Çirok ü Serpehati

Roja Nü ü Edebiyata Kurdi ya Geleri - 1; Çirok ü Serpehati

ISBN: 9786052246269

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Avesta, hemü teksten edebiyata kurdi ya geleri ku di kovara "Roja Nü" de çap büne berhev dike ü di se cildan de diweşine. Kiteba yekem "Çirok ü serpehati" ne. Berhem ji aliye Necat Keskin ve hatine amadekirin. Roja Nü di 1e Gulana 1943yan de li Berüde wek rojnameyeke hefteyi dest bi weşana xwe dike. Xwedi ü gerinendeye rojnameye Kamiran Ali Bedirxan e ku we deme di Hawar ü Ronahiye de ji dinivise. Roja Nü, ligel ku rojnameyeke hefteyi ye ü behtir bi naveroka xwe ya nüçeyan derketiye peş ü herweha ji tene 4 rüpel in ku nivi je fransi ye, ji aliye edebiyata geleri ya kurdi ve ji geleki dewlemend e. Çirok, stranen geleri, şer, dürik, qewl ü ayin, mamik, gotinen peşiyan ew cureyen edebiyata geleri ya kurdi ne ku Roja Nü giringi bi wan daye ü cih daye wan di nav rüpelen xwe de. He di hejmara peşi, di rüpele seri de Roja Nü bi düriken li ber tembüre dest pe dike. ev tegihiştin, raman ü fikra Kamiran Bedirxan a derbare edebiyata geleri nişan dide. ew ji wek rewşenbiren ewropi "rihe gel"e xwe di ve edebiyate de dibine ü loma ji giringiye dide wan. Gava mirov li Roja Nü dinere ve giringiye bi awayeki zelal dibine ü herweha rasti xezineyeke edebiyata geleri a kurdi te. Di nav ve xezineye de 24 çiroken kurdi, 95 stranen kurdi, 16 qewl ü ayin, 61 dürik, 2 şer, loriyek ü çend mamik ü gotinen peşiyan cih digirin. Hemü minak ji me di se cildan de tomar kirin. ev cilda peşi ya berdest ji çirok ü serpehatiyan pek te. Ya duyem de bibe strana kurdi ü di ya seyem de ji de minaken din en wek dürik-qewl-lori cih bigirin. Me xwest em axa li ser ve xezineye rabikin ü bi awayeki komkiri binin peşi xwendevan ü kesen bi edebiyata geleri ya kurdi re eleqedar.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş