Reşîtê Dengbêj

Reşîtê Dengbêj

ISBN: 9786259538365

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Reşît, carê di destpêka rûniştina gotina xwe de digot: “Ez Reşît im, bavê Kinê me, gurçika gê me, şairê dinyê me, her welatekî perçak jê me, insanê min nehewîne, ez bi zorê mêvanê wê malê me” û xwe dida naskirin. Bi kurtî Reşît ev bû, lê ez ê bi vê nivîsê û çîroka di derbarê wî de hinekî dirêjtir bibêjim, ez ê wî û hunerê wî baştir bidim naskirin. Lê pêşî ez dixwazim bibêjim ku ez zanim û bi vê zane bûna xwe pabendim ku gava mirov di derbarê miriyan û kesên dîrokî de dibêje û dinivîse, mirov di bin berpirsiyariyeke giran de ye, mirov nikare kêm û ya jî zêde bibêje û divê mirov bizanibe bê mirov çi dibêje, divê gotinên xwe rast bibijêre û bibêje; lewra nivîs û gotarên wisa dîrok in; û wê ev nivîs jî bibe dîrok.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş