Qulinge Birindar Seyad

Qulinge Birindar Seyad

ISBN: 9786059073349

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Ev pirtûk serpêhatiyên pir taybet û antika yên Seyadê Şame ne. Seyade Şame, ji Radyoya Rewanê, ji kilama "Apo/Esmer Eman" tê nasîn. Şair û dengbêj Seyadê Şame nixuriyê malbata Şameyê Kekê ye. Pey zarotiyê, xortaniyekê gelekî dijwar derdikeve pêşiya wî, jîyana wî bi macera û meselên nedîtî nebînayî ve tê pêçan û neqişandin. Maceraya Seyad ber bi xortaniyê, derûdorên 17-18 salên xwe, 1940an da, ji Bazîdê despêdike. Rêya wî ewil bi tîcaretê, peyra jî çarûneçar bi sîyasetê, bi polês û jendirman, bi mehkemeyan dialiqe; ji hepisxana Erziromê bi çend hevalên xwe, zivistanekî xedar da direvîn, 26 şev û rojan şunda xwe digîhînîn Îranê. Wê deme Îran bin dagirkeriya Ûris da bû. Rêya Seyad ji Îranê ber bi Sîbîryayê difetile. 9 salan qanpên hesîran, lagiran da dimîne, dibe "ta û derzî", heya mirina Sitalîn bi halekî xirab da dijî. Seyad, pey hurşandina Sovyetan, rê-dirp û derfet dibine, 1992an da tê xwe digîhîne welat, tê ku jiyan ne wekê 47 sal berê ye, dê û bav, gelekî mezinên nas koça xwe barkirin e, lêdan e û çûn e. Lê heval û hogirên wî, Bazîdîyan û Celalîyan wî û stranê wî ji bîr nekirin e. Bazîdiyan gelekî qedir û qiymetê wî digrin, dengbêjên xwe, bi maqulî, wakê zarokekê xwe, bi dil û can hembêz dikin. Seyad qulingekî birindar bû. Bi gotina wî bêjim; "qedera wî reş bû, feleka wî xayîn bû." Ji Zulfînaza jina xwe, ji malbata xwe, ji heval û hogiran qetya bû, nalenala-zarezara wî bû. Lê axirîya emir, 47 sal şunda vegeryabû welat, ser hêluna kalûbavan. Wê vegerandina diramatîk da gelekî tiştnên nazik û ecêp qewimîn. Gelî xwendevanên delal, wan bûyeran hûnê yeqîn bi meraq û dilovanî bixwenin...

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş