Qerına Zımane Qedexe
ISBN 9786054765003
Yayınevi Doz
Yazarlar Fikret Robin Kurd (author)
Kitap Tanıtımı Bawerî ji bê hêviyê xeniqîûderî jî hatibû girtin li ber rastî,dil û mejî, mirovatî û azadiyê.Ne heyv û ne jî roj bi ken diçurisîn êdî.Mirov li pey cutina pariyê goştê hev veketibûn.Çêlîkên gerdûnê bibûn neyarên wê.û êdî,Xeyal xewirî, Xweza xeyidî bû,Ji her tiştên jê çêbibû û afirîbû.Lê dîsa em pêdiviyê maf in yê xwezaî,Wek nan û avê.Wek ax û hewayê.Lê mixabe dîsa li vê gerduna rengînî,Her peyvên Hovana kuştin û kuştin bû,Li himber mirovê aşitîxwaz rind û hêja.Bi dawî nabe çima bêrûmetî.Zaxel ketine mafparêz di qesrê bê mirov.Dad hatiye dagirkirin ji aliyê xêrnexwazaû zindan tijebûn bi girtiyên bê guneh.Lal digere ziman hîn jî bê zar e.Bêdeng diqîre ev hest bêçare.Tunebûm bi gotinên xweza kuja.Ne bûm di ber nerînê reş û kor.Ji aliyê xwedî yê xwe jî lal bûm.Êdî bi navê Star û nemira diqîrim,Di ser her koçên welat û cîhanê.Bibûm navê dardakirin, tunekirin û kuştinê.Li ser navê Rêberên Kurda.?êx Said, Seîd Riza, Qazî Mihemed, Qasimlo.Lê îro bi navê Mazlûm, Agît û Zîlan ez diqîrim.Bi dengê çalakî ya wan a pîroz ez dilîlîn im.Bi zîrekî û ruhê cangorî,Qedexeyê bê pîvan diqelêşim û ji holê radikim,û ji pêtê agirê ya xaka te neyara dişewitînim.Bi lehiyê çemê te wan dixeniqîn im.Xêrc dikim guhên ker û çavên girtî.Êdî diqîrînim bi dengê Gotî.Dadidim bi agirê Hurî û Med î.Ku mafê me bi hovane hatibe cûtin Ku ziman hezar caran bi qehpetî qedexe bûbe jî,Ez ê biqêrînim bi bilindahiya Zîlan, Agirî, Bagok û Cûdî.Êdî ji agirê hêz a gelê serbilind wan dişewitînim, ûwan di nav gunehê wan de dixeniqînim.Xwe di nava mêjiyê xwînmijan de diteqînim.Li ser navê her ziman û mafê qedexe,Diqîrim, Diqîrim Diqîrim û her diqîrim...(Tanıtım Bülteninden)Sayfa Sayısı: 216Baskı Yılı: 2013Dili: TürkçeYayınevi: Doz)