Poetîkaya Helbesta Neteweyî Gotarên li ser Helbesta Kurdî ya Modern

Poetîkaya Helbesta Neteweyî Gotarên li ser Helbesta Kurdî ya Modern

ISBN: 9786257568029

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Poetikaya Helbesta Neteweyî ji neh gotarên li ser helbesta kurdi ya modern pêk tê. Ev gotar ji hêla xwendekarên doktorayê yên ziman û edebiyata kurdî ve hatine nivîsîn. Gotar bi giştî li ser helbesta kurdî ya modern, layên wê yên edebî, zimanî, çandî, dîrokî, civakî û siyasî radiwestin. Berhem hewl dide ku bibe hewldan ú pireyek bo kurtenavbira ku ketiye navbera nerîta helbesta kurdî-kurmancî. Gava mirov bi awayekî nerîtxwaz li gotar û naveroka wan dinihêre, mirov pêrgî girîngiya nerît û kartêkeriya wê ya li ser helbestvanî tê. Bêguman ev tesbîteke di cih de ye lew her helbestvan bi zanîn an jixweber dixwaze bibe dilopek li behra nerîta wêjeya xwe. Her wiha dixwaze helbesta kurdî ya modern ji hêlên wekî Helbesta Dijkolonyal û Welatperwer, Hunera Hêmayê, Bîra Civakî, Trajedî û Mexdûriyet, Evîn, Nasname û Estetika Helbestê, Helbest û Mîtolojiyê ve veçirîne, helbesta helbestvanên wekî Şikoyê Hesen, Fêrîkê Úsiv, Berken Bereh, Rojen Barnas, Arjen Arî, Ehmed Huseynî, Lal Laleş û Kawa Nemir nîqaş bike. Hêvî ew e ku ev xebat parîkî be jî helbesta kurdî ya modern ronî bike û berê lêkolerên kurdnasiyê bide vê qadê

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş