Kitap Hakkında
Pîremêrd, di vê berhema xwe de behsa şerê donzdeh siwariyên kurd ê li hember artêşa Îranê ya bi donzdeh hezar kesî dike. Ev donzdeh siwar bi lehengî şer dikin û artêşa Îranê têk dibin. Berhemên wekî Mem û Zîn û Donzdeh Siwariyên Merîwanê nîşan didin ku Pîremêrd bi van her du destanên ku di nav kurdan de heta îro nifş bi nifş bi devkî hatine veguhastin, dixwaze hesteke neteweyî pêk bîne. Dema ku mirov bala xwe dide naveroka van herdu berheman, mirov dibîne ku Pîremêrd bi hêmayên neteweyî ev her du berhem neqişandine. ***“Donzdeh Siwariyên Merîwanê ne tenê berhemeke wejeyî ye ku ji çîrokeke neteweyî hatiye girtin. Ew, bi neqişandineke hosteyî ya hişmendiyeke neteweyî û telqînkirina neteweperweriyê di nav gelê kurd de, hewldanên rewşenbîrên kurd ên neteweperwer yên wekî Pîremêrd nîşan dide. Ev berhem hêjayî xebatên akademîk û lêkolînê ye.”Farangîs Ghaderî
Yazar
Yazar
Meme Mala Hine
Profili Görüntüle
1 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş