Kitap Hakkında
Selîm Berekat, yek ji navdartirîn nivîskarê Kurd yê Erebînivîs e. Ew "Yaşar Kemalê edebiyata Ereban" yan jî wek "mirovê ku hevsarê zimanê Erebî di destê xwe de digire" dihête nasîn. Berhemên wî herçiqas bi Erebî hatibine nivîsîn jî bingeh û xîmên berhemên wî tarîxa Kurdan e. Berekat berhemên xwe digel hişmendiyeke mêjûyî dinivîse û tarîx û çanda Kurdan bi zewqeke edebî vedibêje û pêşkêşê xwendevanê xwe dike. Nivîskar, di romana xwe ya sêyemîn Perikê de digel rojên ciwaniya xwe yên giran, hestên xwe yên nostaljîk ên derbareyê Kurdistanê -ku ew bîranînên dijwar yên jiyanên miştextîbûnê ne- wekî destaneke ji êş û azaran avvexwarî vedibêje. Di vê romana Bereketî de, Mem xortekî Rojavayî ye û ji bo dîtina mirovekî esrarengîz û mezin radibe diçe Qibrîsê û di rêwîngiya wî xortî ya di navbera rastî û xeyalê de dihê û diçe de jiyana wî gelek caran wekî şexsiyetên Kurd yên tarîxî dibore. Loma jî ew rêwîngiya wî bi têkçûnê dawî dihêt û ji ber wê "têkçûn" jî ji îmajekê zêdetir wek tarîxa Kurdan vedigerîte "çîrok"eke têkçûyî. Di vê romana wekî çîrokên efsaneyî de, rastî û xeyal û niha û borî bi hostayane têkelê hev dibin. Digel wê, lehengên tarîxî û tebîeta Kurdistanê dihêne ziman û herwisa gava Kurdistan wek welatê xewn û xeyal û bîranînan dihête nasîn, xwendevan jî dibite agahdarê jiyanên nemirên miştextî û sirgûnî.
Yazarlar
Çevirmen
Jan Dost
Profili Görüntüle
16 kitap
Yazar
Selim Berekat
Profili Görüntüle
8 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş