Kitap Hakkında
Min navê Rehmetî Mehmed Uzunî ji kovara "Rizgarî"yê bihîstibû. Min hemû hejmarên kovarê dikirîn û dixwendin. Navê Mehmed Uzunî wekî berpirsê nivîsaran ê kovarê hatibû destnîşankirin. Paşê di kovara "Rizgariya Kurdistanê” de min gotar û helbestên wî xwendin. Wî wê demê bi nasnavê "Ferzende Baran"î gotar û helbest dinivîsandin. Paşê romana xwe ya yekem “Tu” nivîsî û weşand. Di vê romanê de navê xwe yê rasteqîn bi kar anî. Gorbihişt Mehmed Uzunî demekê di rojnameya "Kurdistan Pressê❞ de beşa kurdî amade dikir. Ev rojname bi kurdî û tirkî bû. Hevdîtin û hevnasîna min û wî ya rû bi rû hingê pêk hat. Min hingê dest bi nivîsîna kurdî kiribû. Nivîsên min ên kurdî û kurteçîrokên min di rojnameya “Roja Welat”î de *paşê di rojnameya "Hêvîya Gel"î de û di kovara "Berbang❞ê û kovara “Hêvî”yê de derdiketin. Ev hersê weşan jî li Ewropayê dihatin çapkirin. Dema li Swêdê/Stockholmê rojnameya “Kurdistan Press❞ê dest bi weşana xwe kir, min ji bo alîkariya beşa kurdî nivîsên kurdî ji rojnameyê re dişandin.
Yazar
Yazar
Lokman Polat
Profili Görüntüle
10 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş