Newaya Berxwedanê - Zarokên Mala Hecî Emer (1. ve 2. Cilt, Set halinde)
ISBN: 9786259969848
Okuma Durumu
Kitap Hakkında
Em bi xebateke xwedî xweseriya xwe ve li pêşberî we xwendevanan in. Xebateke xweser e, lewre ji aliyê wêjeyê ve mirov nikare bibêje rasterast ev cureyê wêjeyê ye. Em jî neketin şayîşa yekalî ya vegotina cureyê wê yê wêjeyî. Me hewl da bi nîşeyekê be, bi gotin û vegotinekê jî be jiyanên hatine jiyîn vebêjin û wan jiyanan bi nivîskî li ser dinyayê bikin bar. Ji ber van sedeman jî berhema me xwedî xweseriyekê ye. Em hêvîdar in ku me naveroka vê xweserîbûna wê dagirtibe. Ev xebat her çiqas ji aliyê me du kesan ve hatibe nivîsîn jî, di cewhera xwe de berhem û hilberîneke hevpar û pevrayî dihewîne. Piyekî vê pevrayiyê li derve bû, piyê din jî li hefsê bû. Li derve, bi ked û fedakariya xwe ve, hemû endamên Mala Hecî Emer li gorî hêz û zanînên xwe, tevlî bûn. Di hefsê de jî gelek hevalan bi nîşeyî be, bi name û faksên xwe ve be tevkariyek çêkir. Me jî hewl da vê hevkariyê derbasî nivîsê bikin. Berhema derketiye holê ji aliyê hilberîna xwe ve hevpar be jî, jî aliyê kêmasî û nebesiyên xwe ve para me nivîskaran e.
Yazarlar
Yazar
Hüseyin Güçlü
Profili Görüntüle
3 kitap
Yazar
Murad Yildeniz
Profili Görüntüle
1 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş