Navê Berhemê Jiyanek, Bajarek û Dewranek (Bîranên Min)

Navê Berhemê Jiyanek, Bajarek û Dewranek (Bîranên Min)

ISBN: 9786258255584

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Ev berhem, çîroka jiyana nivîskar, nifşê wî û şarê wî yê bextereş ku 63 salên wî lê bihorî ne vedibêje. Bi gotineke din, qîrîn, zarîn û hewara zarokên kurdan ên pişaftî, herifandî û hilçinandî ye. Bi awayekî trajîk dîmenên vekuştina ri’hê nifşekî û dûmahika wî nifşî raberî we dike ku di heman demê de ew dîmen talana keleporekê, kuştina zargotinekê û nîvkuştina zimanekî jî piştrast dikin.Piştî rûxîna dewleta Osmaniyan, dema li ser xaka kurdan a qedîm Komara Tirkiyê hat damezirandin, rêveberiya komarê tevî hemû şar û şaristanên kurdan, pergaleke çawa li bajarokê me danî? Çawa rihê bajarokê me xesandin? Pergala perwerde û pişaftinê karekî çawa li ser zarokên kurdan kir? Berî em neketibûn vê kodê rengê me, dengê me û bêhna me çi bû, piştî em di vî aşî de hatin hêran û pişaftin, em bûne çi û veguheziyan çi tiştî? Em çawa ji xwe dûrketin, bi çi sedemê bûn biyanê çand û kelepora xwe ne? Em çima nikarin li cihê kurdekî rawestin, weke kurdekî bihizirin û bi çavê kurdkî li cîhana xwe binêrin, ya herî xirab jî ew e ku çima em nikarin bi enstrûmanên tam, denklemên rast damezirînin?Bêguman bersiva van hemû pirsan di vê berhemê de tuneye. Erê, hûnê karibin çend çarçik wêneyên rewşa xwe ya trajîk a bi vî rengî di vê berhemê de bibînin, bi hezneke kurdewar lê binêrin û di ser halê xwe de biponijin û pirsan li xwe bikin!

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş