Kitap Hakkında
Kilamên ku Meryem Xanê strane, perçeyekî ji kevneşopa çanda devkî ne. Me jî biryar da ku em li ser kilamên Meryem Xanê bixebitin. Yek ji mebesta vê xebatê ew e ku ev kilamên ku hatine bijartin ku bi naveroka xwe ve kilamên “hizin”ê ne bi awayekî berfireh bênanalîzkirin û di nav xebatan de cî bigirin. Li gorî lêkolînên ku me kir heta niha xebateke akademîk û weku din ku bi berfirehî û sîstematîk bi giştî li ser serpêhatî, berhevkirin, senifandin û analîza kilamên Meryem Xanê hatibe kirin, nehat peydakirin. Bêguman van salên dawîxebatên derbarê dengbêjan de zêde bûne. Lêbelê çawa ku bi sedan dengbêj; çi jin çi mêr hene ev xebat beramberî hejmara wan dengbêjan pir kêm in. Li gorî çavdêriya me piraniya van xebatên ku derbarê dengbêjan de hatine kirin, dengbêjên mêr in.
Yazar
Yazar
Melahat Uluç
Profili Görüntüle
2 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş