Kitap Hakkında
Herîrî di pirtûka xwe ya bi nave el-Maqamat de, li ser navê lehengê pirtûkê Ebu Zeyd es-Surucî bal kişandiye ser bi dehan kesayetî û karakterên di nav jiyana rojane de derdikevin hemberî mirov.
Nivîskar bi awayekî gelekî serkeftî karîbûye hemû karakteran di kesayetiya Ebu Zeyd de bîne hinda hevûdu.
Pirtûk ji nivîsên pexşan û helbestê pêk tê. Lê di nivîsên pexşan de jî hunera secî bi kar aniye û bi uslûbeke gelek herikbar hatiye nivîsandin.
El-Meqamat bi gelek zimanên dinyayê hatiye wergerandin.
Pirtûk bi zimanê Erebî ye. Muftî Mela Ehmed Meylanî jî wergerandiye Kurdî.
A rast dema ku mirov wergera Meqamatê dixwîne, zû bi zû tê dernaxe ku ka gelo ev orjînala pirtûkê ya yan werger e.
Yazar
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş