Kitap Hakkında
Ji ber wê, gava Şêx Seîd Efendî berê xwe da Dîyarbekirê û dengê Dimilîyan bilind bû gotin; “Prodo paşa çinyo.” Ev ji bo xelasîya ji bin zilm û zora dewletê, ji min re jî bû hêvîyek. Şêx Seîd Efendî li hemberî zilm û zordarîyê serî hildabû. Ji ber wê hemû qaçax û firarên dewletê tevli murîdên Şêx bûbûn û bi halanên “Prodo paşa çinyo” ji her du hêlên Dîjleyê ve ber bi başûr ve dikişîyan. Ji wan qaçaxan yek jê jî ez bûm. Gotinên Şêx wek şîr û şekir bûn. Me yê xwe ji bin vê zilm û zordestîyê rizgar bikira. Êdî em ê bixwe bûbûna xwedîyê hikmat û dewletê. Êdî beg jî em bûn, paşa jî em bûn. Ma ji vêya xweştir! Me yê bi kevirêkî du-sê qûç xera bikira û di şûna qûçan de qesr û qonax ava bikirana. Ji bo van xewn û xeyalên xweş, em ji çiya daketin deştê û qefle bi qefle gîhan ber bedenên Dîyarbekirê.
Yazar
Yazar
Receb Dildar
Profili Görüntüle
10 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş