Kut

Kut

ISBN: 9786257304054

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Dengê xwe nekir lê dudilî ma. Tiştek negot. Em ji gundê Xalîqişlayê ber bi Dîgorê ve diçûn. Sînorên ku çemê Erez di navbera Tirkîye û Ermenîstanê da xêz dikir, xilas bû û vê carê çemê Arpaçayê bû sînor. ‘Erdên Ermenîstanê ji dûr ve reşeve dikir, hemû çiya û banî bû, cihekî rast tune bû. Çemên ku bûne sînor jî wekî madenciyan erd dikolandin, geliyên kûr li pey xwe dihîştin. Tam li eksa çemê Erez, çemê Arapaçayê bêherrî û paqij bû, bûbû hêlîna çivîk û berazan. Sînorên bi destê însanan çêkirî her tim ez xemgîn dikirim. Mi digo ma sûcê çem û çiyayan çi ye, hûn wan ji xwe ra dikin me'ne û gundan, bajaran heta heywanan ji hev vediqetînin. Gelo dema min li Qersê lîse dixwend, di otobûsên dûmanên cixare tije da ev xwezaya li dor sînoran wekî maran dikişî mîna vê rojê li min vedida an na? Nê bîra min. Dê û bavê min ez li otobûsê siwar dikirim, diya min çav li hêsîr tije, bavê min bi hesret; zûr li çavê min dinêriyan, kelegirîyek min digirt, bi demê ra ew kelegirî bû her tiştê min bû bahola min bû kitêba min, bû eynika min, bû nanê min, mîna zeytûnên hêşîn, av hêdî hêdî tehlbûna wê bir...   (Tanıtım Bülteninden)  )

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş