Kitap Hakkında
Ev roman jiyana gundiyan, êş û elemên wan wek neynikekê raberî me dike.Roman bi zimanekî rewan û têra xwe bi biwêj û gotinên pêşiyan hatiye xemilandin. Nivîskar civaka ku qal dike baş nas dike. Dilxirabî, fesadî û neyariya hinek kesan, xîret û îffetparastina jina Kurd û axiriya kesên dilxirab di romanê de cih digrin.Jinek egîta vê romanê ye. Ewê jinê bi serbilindî sînga xwe ji hemû êş û janên demê re vekiriye û bûye şêrejineke bêhemta. Gelek tehde, zilm, zordarî û heqaret dîtibin jî, tu carê serê xwe xwar nekiriye û bûye parêzvana rûmet û kelepora civaka xwe. Ev roman, romana nifşekî xweşbîn û bênav e. Wekî rûdanên dema xwe ya têr û tije ye. Nivîskar bi zimanekî sade û Serhedî ev berhem kiriye panoramaya dewrekê û diyarî nifşên nû kiriye.
Yazar
Yazar
Dağıstan Karakoç
Profili Görüntüle
3 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş