Kêra Ko

Kêra Ko

ISBN: 9786052187050

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

"Problema civata me ya herî mezin jî yek jê ev bû, ew e... Fêmkirin.. Kesek kesî fêm nake. Her kesek di nava dîwarên xwe yên teng de dijî.“Digo, hê jî, di sedsala bîstû yekan de jî, li ba me ji bona çareserkirina pirs û pisgirêkan tenê dû rê hene. Em yan dikujin û yan jî xwe didine kuştinê. Me di van salên dawîn de rêkî dinê jî lê zede kir. Yan jî xwe bi xwe dikujin.”“Niha, ew li vira bi xemgînîyek û dilpakîyekê nedîtî, mesûm û ji serî hetanî lingan bi hezkirinê tijî û bi dilsozî li pêş min rûniştîye. Min nîznanî jê re çi bibêjim. Dilê min xitimî, hişê min xitimî û gotinên min minçiqîn, zimanê min negerî birako.“Bi qasê sê mehan e ku, ji hepsê derketime. Belê, gewdê min êdî azad e. Lê ruhê min di zindaneke kûr û tarî de, di nava ezabeke xedar de ye. Bi salan e ku, ne awirên çavên te yên belek ji ber çavên min dûr dikevin û ne jî xwîna te ya li destên min gerîyayî tebatê dide min. Hema bibêje ez jî bi te re mirim, çavbeleka min.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş