Kitap Hakkında
Pisti bidawihatina Serê Gisti yê Cihanê, di 17yê Kanûna Ewel a 1334ê(1918) de, bi serokatîya Seyid Abdulgadirê Nehri û hevalên wi li Sten-bolê ji bo bidestxistina mafê rewa yê neteweya Kurdistanê, bi navê Ko-mela Tealîya Kurdistan (CTK)ê rêxistineke nû hate damezrandin û li ba-jarên gewre yên wekî Dîyarbekir, Dêrsim, Sêrt, Xarpêt, Meletîyê û di ser hev de li 19 câyên din subeyên cemîyetê hatin sazkirin.Pisti xebata du salan, gesbûna bûyer û gesepêdanên li herêm û chanê, meseleya dahatûya Kurdistanê, di nav damezrêner û rêvebirên CTKê de nêrînên cuda derxistin meydanê. Ji bo dahatûya Kurdistanê, beseke damezrêner û rêvebiran, di nav sinorên dewleta Osmani de pêkanîna muxtarîyetê (otonomi) diparastin û beseke din jî serxwebûnê dixwestin.Sebeb ne tenê ev be jî, li ser vê gotarê, rêxistina navbori bû du bend.Pisti girtin û jihevbûna CTKê, çûbe û komîteyên li Kurdistanê ketin nav xebat û lêgerîneke nû. Rêxistina "Komîteya Kurd a Erzerumê" di encama vê lêgerînê de dest bi xebatên binerd kirîye û bi Komîteya Stenbolê re jî têkiliyên xwe yên vesarti domandine. Komîteya Kurd a Stenbolê û Komi-teya Kurd a Erzerumê di Nisana 1922yê de bi tevi hinek rêxistin û komên din yekitîya xwe pêkanîne û bi navê "Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê" yan jÎ "Komîteya Îstiqlala Kurdistanê" rêxistineke nû hatîye damezrandin û Xalid Beg jî wek serokê komîteyê hatîye hilbijartin. Ev rêxistin di hin çav-kanîyan de, bi navê "Komîteya Azadiya Kurdistanê (KAK)" yan jĩ bi navê xwe yê kurt, wek "Azadi" tête binavkirin. Di belgenameyên Mehkemeya Îstiqlal a Serqê de, rêxistina navborî bi navê "Kürdistan istiklal ve istih-las Cemiyeti" [Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê] derbas dibe.Tevgera Neteweyi ya 1925an, bi keda hemû rêber û serkirdeyên xwe yên hêja, bi rêberî û rêxistinkirina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê çêbûye. Di về xebata berdest de, behsa portreya hinek ji wan damezrêner, serkirde û kadroyên tevgera neteweyî ya Kurdistanê di sala 1925an tête kirin.
Yazar
Yazar
Seid Veroj
Profili Görüntüle
14 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş