Hinek Nîşanên Di Rê De

Hinek Nîşanên Di Rê De

ISBN: 9786257413374

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

MELA MÛSTEFA BARZANÎ Û SEYYÎD QUTUBYek ji wan şexsîyetên ku name ji bo Cemal Ebdûnnasir hi nart û jê xwest ku wî îdam neke jî Serokê Giştî yê Partîya Demok rata Kurdistanê Mela Mûstefa Barzanî bû. Ev agahîya veşartî ji aliyê Dr. Mûĥsin Ebdûlĥemid ve ji bo kanala Rûdaw tv’yê hat piştrastkirin. Dr. Mûĥsin Ebdûlĥemid ji kanalê re got; heyetek ji cemaeta îxwanên Îraqî çûne navbera tixûbên Îraq û Îranê û hevdîtin pê re kirin. Di navbera endamên heyetê de Nîzameddîn Ebdûlĥemid û Şêx Nazim ‘Asim hebûn. Wan ji cenabê wî daxwaz kir ku ew namekekê ji Ebdûnnasirî re bişîne. Vêca  Mela Mûstefa jî kağezeka vala ji wan re pêşkêş kir û ji wan re got; hûn çi têde binivîsin ezê îmza xwe bavêjin binê. Dr. Mûĥsin Ebdûlĥemid di bêje; Mela Mûstefa ji bo tefsîra Seyyîd Qutub pirr ĥeyran mabû. Têkilîyên Barzanî û Nasir pirr baş bûn, digel wê jî wî name jê re şand û jê xwest ew  wî îdam neke. Lêbelê mixabin! Rêvebirîya Cemal Ebdûnnasir xwe li hem berî wan bangên mafperwerane kerr kir. Di 29ê Gelawêja sala 1966ên zayînî de jî SEYYÎD QUTUB digel herdu hevalên xwe Mûĥemmed Yûsuf Ĥewwaş û Ebdûlfettaĥ Îsmaîl hatin bidarve kirin. Ew têkoşerê lehengê ummetperwerê bêtawîz çû ber di lovanîya Xudayê xwe. Raĥma Xudê li wî û hemû şehîd û pak rewanên ummeta îslamê be.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş