Kitap Hakkında
Di pirtûkê da hezkirina helbestvan bê çap û bê hidûd e, dilê wî ji bo vegera welêt lê dixe, lê rêya vegerê jê ra qedexe ye. Welat dagirkirî ye. Welêt da zulm û xezeba dagerkeran e. Welat bi hebs-zindan, qereqolên cendirmeyan pêçayî ye. Rêya welêt ber wî girtî ye. Çi jî hebe helbestvan xweș bîn e... Têkoșîna “șervanê azadyê” geș e... Dewya her tiștî heye... Dewya van zalim û ev zulma welatê wî da jî dibe wê hebe... Dibêje: “Ew rojê jî bê: Dayîka min a dilovan,Belkî ez û tu hevdu nebînin.Ger... hetanî şerê me serket,Ku me dijmin ji welat derxist,Serê berdevkên wan pelaxt.Û dema şervanên azadiyê vegeriyan ji xerîbîyê,Ji şax û latan, daketin kolan û sûkan,Tu jî li rêza şervanan bigere,Di wê roja şahî û bendewar da......Ger te ez nedîtim,Divê tu negirî û nelûrînî.Dilşah û bextewar bî....Bila ew çax dayîkên şehîdan,Laçikên reş ji serên xwe bavêjin,Şarên spî girêdin,Kincên rengîn li xwe kin.Ji bo ku welatê me azad bûye.Kedxwarî, belengazî û bêkesî ji nav me rabûye,û ji bo, wek welatekî azad û xwedî rûmet,Li nav rêza miletên dinê, me jî cîhê xwe girtî... Dr. Eskerê Boyîk
Yazar
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş