Helina Xeyalan

Helina Xeyalan

ISBN: 9786058152182

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Xaylaza Reşîd bi Hêlîna Xeyalan wê derkeve pêşberî xwendevanan. Xaylaza Reşîd, xweş nimûne ye, ji jina Kurd a rewşenbîr û pêşketî re. Xaylaza Reşîd, hêvîyên mamosta, bav û bapîrê xwe li erdê nehişt û di ber wan de jî dixebite heta roja îroyîn. Bi dilê xwe ê nazik û narîn ew mijarên ku di bin bandora wan de maye nivîsandiye. Ji bo keserî, dilşadî û pêkanîna bîra hevbeş hewldanên mezin daye. Helbestên wê balkêş e, dilovan e û mişt tije ne. Dema ez helbestên wê dixwînim an jî guhdarî dikim, careke din hestên Radyoya Rewanê dida me dijîm. Wekî tê zanîn li ser her Kurdekî bandora efsûnî a Radyoya Rewanê heye. Çarşema Sor e, xweyînga min, Kevanîya mala giranê, de rabe, Bila sar nemîne kuçikê bavê min. Ji kuleka bavê me Bila dîsa dû hilkişe, Dû quloz be, Kuçikê bavê me venemire, Rabe xweyînga min. Îro Çarşema Sor e, Em dûa dirozgêh xwe bikin, Dijmina tesmîlî yekê Jorîn kin, Em xwe bîr nekin, rabe, xweyînga min....

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş