Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av Û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî

Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av Û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî

ISBN: 9786256605442

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Ev xebat keda deh salan dihewîne. Bi gelek mijarên xwe, di nav xebatên Kurdî de dibe ku nimûneyên ewil bin.Nimûneyên destanî, mîtolojik, çîrokî, olî herwisa nimûneyên ajalên taybet yên ku çîrok û destan û baweriyên Kurdan xemilandine, bûne mijara vê xebatê.Mijara hespê di destan, çîrok û mîtolojiya Kurdî de çawa hatiye honandin û herwisa di edet û kevneşopiyên Kurdî de çi temsil dike, dûr û dirêj behsa wê hatiye kirin.Herweha behsa teyr û balindeyên ku bûne mijara gelek destan û çîrokan jî hatiye kirin.Av û agir wek du sembolên girîng bûn û di nav bîr û baweriyên Kurdan de cihekî taybet digirtin. Hebandina av, agir û ruhên pêşiyan jî dîsa beşeke taybet ya vî kitêbê ye.Çend lehengên efsanewî, tarîxî jî wek Rostem, Siyaweş û Zembîlfiroş jî bûne mijara vê kitêbê.Di kitêbê de têra xwe nimûneyên zargotinî û çandî hatine bikar anîn.Bi zimaneke zelal û rewan, bi mijarên xwe yên taybet û bi nimûneyên dewlemend xwendekar dikare derkeve geryaneke cîhana çanda Kurdî ya manewî û lezetekî xweş ji vê kitêbê bigire.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş