Gurên Dev Bixwîn

Gurên Dev Bixwîn

ISBN: 9786058028036

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Bihar bi xweşî û şahî ve hatibû. Pêz û dewêr êdî kêf dikir. Her der nû ve şîn û hêşin dibû. Dar û daristanên ku di bin quntera çîyan û deştan da hebûn, hemûyan êdî bişkuyên xwe vekiribûn. Li ser çîyan hêj berfa sipî dihat xuyakirin. Hewa jî gelek xweş, bayekî hênik li tev bîhna gul, sosin û çîçegan dihat ber pozê mirov, sewra mirov bêtir fereh û xweş dikir. Lewra zivistana sar û serma êdî paşve mabû, her der şînayî, xweza û tevahîya wê herêmê bi gul, çîçeg, mexik û bi hezaran kulîlkên rengîn ve hatibûn xemilandin, mirov qîm nedikir ku li wê herêma xweşik, wekî bihişt binêre û di nav wan bîhnên xweşik da derkeve, an jî dûrkeve. Li alîkî ew dîmen û pêşdarî û bîhnên xweşik, di alîya dî da jî dengê teyr û tûran û ho-ho a cotkaran, dengê şivanan, kalandina berx û karan kêfa Ap Memed dianî. Wî gayên xwe dabû sekinandin,

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş