Guregup

Guregup

ISBN: 9786257304023

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Dengê bilûrê dinya dagirt.Bi bihîstina awaza bikeser û axîn, hemû şênîyên derdorê berê xwe dan ser Pira Dehderî. Dengê bilûrê dermanê hemû dilan bû. Ji bo derd û kulên ku di nav dil de asê mabûn û her roj ji nû ve jan didan, ew dengê xemrevîn wekî bayekî hênik bû, êşa birînan dikewand. Xem û kulên ku bi salan di nav bîra dil de zeng girtibûn, yeko yeko li ser baskên teyrikan siwar dikir û bi ber asoyên dûr ve difirand. Stranên ku di nav tûrikê dil de hatibûn jibîrkirin, bi bihîstina dengê bilûrê re, bi ruh û can dibûn, bi ser zimanan diketin. Di nav beroşa dil de, ciwanîya bicoş, rojên xweşî û şahîyan ji nû ve bi kel diketin. Keser û axînên ji nav dil û hinavan hildikişîyan, li ser zimanên kal û pîran, li nav hev diketin. Şênî careke din bi êşa xwe dihesîyan, bi ber mirîyên xwe diketin.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş