Kitap Hakkında
Ax! Xwezî bi wan rojan! Wekî aniha li bîra min têt, wê roja befirê serê xwe dixwar. Piştî bangê êvarî berfbarînê dest pê kiribû û hêj heta bangê mexrebê du caran ban hatibûn malîn.Befrîkên xwe me bo şeveke dirêj amade kiribûn. Bavo hêj êvarî ji kulîna piştê gozikê qeliyê derxistibû û ancax îşev qeliyê şiyanên me zindî bihiştana.Dadê ji êvarî de beroşeke mezin qelandibû û bo şîvê jî keşk lênabû; keşka têr bi goştê perasûyan.Şev kanûnkuj bû.Bapîrê me digot, wextekê ji wextan, hêj Meydanbelekê gund bûye. Şeveke weha li wan qewimiye û tenê camêrekî wê êvarê ji ewran têgihîştiye ku dê befireke bêmefer bibare,lewra rabûye ji êvarî de gayê sor serjê kiriye, goştê wî kelandiye û heta sibê ligel çar kurên xwe ban malîne. Wê şevê bi bejna spîndaran befir hatiye û ji bilî wê malê, gundî tevdi bin befirê de fetisîne û xaniyên wan bi ser wan de hatine xwarê.
Yazar
Yazar
Ömer Dilsöz
Profili Görüntüle
17 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş