Ez Û Min

Ez Û Min

ISBN: 9786257568623

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Ax! Xwezî bi wan rojan!             Wekî aniha li bîra min têt, wê roja befirê serê xwe dixwar. Piştî bangê êvarî berfbarînê dest pê kiribû û hêj heta bangê mexrebê du caran ban hatibûn malîn.Befrîkên xwe me bo şeveke dirêj amade kiribûn. Bavo hêj êvarî ji kulîna piştê gozikê qeliyê derxistibû û ancax îşev qeliyê şiyanên me zindî bihiştana.Dadê ji êvarî de beroşeke mezin qelandibû û bo şîvê jî keşk lênabû; keşka têr bi goştê perasûyan.Şev kanûnkuj bû.Bapîrê me digot, wextekê ji wextan, hêj Meydanbelekê gund bûye. Şeveke weha li wan qewimiye û tenê camêrekî wê êvarê ji ewran têgihîştiye ku dê befireke bêmefer bibare, lewra rabûye ji êvarî de gayê sor serjê kiriye, goştê wî kelandiye û heta sibê ligel çar kurên xwe ban malîne. Wê şevê bi bejna spîndaran befir hatiye û ji bilî wê malê, gundî tev di bin befirê de fetisîne û xaniyên wan bi ser wan de hatine xwarê.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş