Ew Jin ü Mere Bi Maske

Ew Jin ü Mere Bi Maske

ISBN: 9786059082105

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Suzan Samanci êdî bi kurdî dinivîse Yekem berhema çîrokan a Suzan Samanci ku bi zimanê kurdî nivîsandiye bi navê Ew jin û mêrê bi maske di nav weşanên Avesta de derket. Suzan Samanci di destpêka salên 90î de dest bi nivîsandina çîrokan kir. Çîrokên zimanê wan tirkî lê bi naveroka xwe kurd û kurdistanî... Di yekem kitêba xwe ya ku deng dabû Reçine Kokuyordu Hêlin de atmosfera salên 90î pir xweş nîşan dida û şahidiyeke baş li dema xwe dikir. Di salên destpêkê yên Avesta de wergera kurdî ya eynî kitêbê bi navê Bajarê Mirinê çap bû. Sal di ser re derbas bûn, berhemên Samanci zêde bûn, bi zimanê tirkî xwendevanekî wê çêbû lê dil û çavê wê li ser kurdî bû. Dema ku wergera kurdî ya çîrokên wê derket, me qerar dabû ku ev a yekem û dawî be, wê jî soz dabû ku ewê rojekê bi kurdî binivîse. Û va ye ew roj hat. Em pir kêfxweş in ku berhema nivîskareke kurd ku ziman û kultureke din ji xwe re kiribû wargeh, bi zimanê wê yî malê çap dikin.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş