Evdo u Çend Behniken Şadiye

Evdo u Çend Behniken Şadiye

ISBN: 9786055279349

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Romana nû ya Fawaz Husên, "Evdo û çend bêhnikên şadiyê" di nav weşanên Avesta de derket. Kurdekî helebçeyî li Îthakayê. Evdo kurd e, li Parîsê penaber e lê hema li welatên dûr û nêzîk digere. Gava li televizyona di asimanê meyxaneyê de behsa têkçûna aborî ya Yewnanistanê dibe, ew dest bi rêwîtiyek dirêj dike. Ew ji Atênayê diçe Sûnion, Salamînas, Mîkênê, Êpîdawros, Patra û dawiya dawîn, di Îthakayê, girava Odîsêos re derdikeve. Di vê rêwîtiyê de, erê pêrgî neh jinên yewnanî û dilrevîn dibe, ew Nazenîna kurd ji bîr nake û hema li serpêhatiya Helebçeyê û li dîroka Kurdistanê dilikume. Di vê romanê de, Fawaz Husên sirûd û fîxana derbideriyê dubare dike, lê ew vê carê lehengê xwe ji Parîs û ji Kurdistanê dibe Yewnanistana kevnare. Bi saya geşt û xeyala xwe ya mestane, Evdo xwe di nav bêhnikên şadiyê de ji bîr dike û dibe xwediyê efsaneyên rengareng û gernameyek seyr û balkêş.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş