Erojen

Erojen

ISBN: 9786059017152

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

çîrokbêjên ji dem û dewranên klasîk pêdivî ji eşq û bûyerên mezin hebûn. qewimîn çiqas mezin bûna ewqas bandoreke mezin li pey xwe dihişt. berovajî vê yekê, di têgeha çîroka modern de pêdivî ji peyvjeniyê heye; loma jî qewimînên mezin nîn in, hevokên alegorîk û cihêreng divên. çîroknûsên modern, li herriya ser solê dinêre û ew herrî li ser şaneşîna jêrzemîna hişê çîrokbêj vediguhêze çîrokek şil û mezeloqî. "erojen", kitêba "berfo barî" ya ewil e û çîrokên bi qandî vê herriyê mezeloqî û ji rêzê di xwe de vedihewîne. çîrokên berfo barî di bin hiş de hatine meyandin û dawerivînin ser kaxizê. cihêtiya wan ev e ku: berfo, ji kaleydoskopa xwe bi hevokên pir-reng li dinyayek ji rêzê dinêre û hukmê ji rêzêbûnê betal dike. ji jêrzemîna civakê bang dike, lê ne aîdî tu erdglorê ye: ew "xwedayê xwe" ye. berfo barî, bi şi'êrê dest bi nivîsînê kir. loma jî di çîrokên wî yên konsantre de şûna lingên şidandî yê şi'êrê her diyar in. ji ber vê yekê, nêrînek bi kitekit û bêhnvedaneke qitûtî ji bo xwendevanan divê. heke hûn hazir bin, fermo! - dengê pêjna sawê tê. - min di xewnê de jî dît. ew ê me bi şûr bikujin. - wîîî, ev xewna di rengê mîza te de ji ku derket? - ji asûsê derket - asûs ku derê ye? - ew bajarê bin hişê min e. - ka em vê xewna te ji alemê re bêjin. - na, wê werin min bikujin. - ji ber xewnekê? dayê digo: "xewn berdewama jiyanê ye." - temam. em ê navê te şaş binivîsînin. - çawa? - em ê navê te berfo barî lê bikin, wê nizanibin yê ku ev xewn dîtiye tu ye. - dibe tepe rep. - hatin!..

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş