Kitap Hakkında
Romana dawî ya Yavuz Ekinci “Endîşeya Pêxember” bi kurdî ye.“Piştî birina Brahîm, ya ku Îsmaîl li çiyayê Moriya bike qurbanî bi çarhezar û sed û duwazdeh sal; piştî Îsa çû ser qebra Lazer a liBaytanyayê qêriya got: “Lazer derkeve derve!” bi hezar û çarsed ûheştê û çar sal; piştî ku Utbe bîn ebû Weqqas di herba Uhûdê de diranê Muhammed şikand, bi hezar û sêsed û not û du sal; piştî ku jinaPotîfar Zuleyxayê kurtikê Yûsifê ku digot “Dexîlê Xwedê me” û direviyaji pişt ve çirand, bi du hezar û nehsed û heftê sal; (...) piştîGilgamêş giyayê nemirinê ji Utanpiştî stand û mar ji wî dizî hefthezar û du sal; piştî Don Kîşot di sibeheke tîrmehê ya germ de li serpişta Rocinantê dest bi serûwena mezin kir, bi çar sed û diwazdeh salşûn de ser-milyaket Cibraîlê şeşbaskî daket ser rûyê erdê û ji Mêhdî re got “Binêre!””...Û Mêhdî di nav xirecira jiyana rojane de bû pêxember lê vî zemanîpêxembertî qet ne hêsan e.Piştî wergera “Ayetên li Can Nivîsandî” û “Erdên Bihuştê yên Winda”, romana dawî ya Yavuz Ekinci “Endîşeya Pêxember” jî bi kurdî ye.
Yazar
Yazar
Yavuz Ekinci
Profili Görüntüle
27 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş