Kitap Hakkında
Wek yek ji deqên bingehîn ên di warê nivîsên postkolonyal de, Edebiyata Berxwedanê ya Barbara Harlowê di xebatên edebî yên rojavayî de zemîneke nû danî. Ev xebata rexneyî ya nîqaşbar ku cara pêşî di 1987an de hatiye çapkirin, nêzîkatiyeke li edebiyatê bi pêş dixe ku di eslê xwe de siyasî ye. Edebiyata Berxwedanê rola edebiyatê di tevgerên azadîxwaz ên cîhana pêşkev a sedsala 20an de nîşanî xwîneran dide. Ew li ser bedeneke nivîsan dixebite ku li Rojavayê bi piranî hatine paşguhkirin. Herçend ev kitêb li gor mijarên cureyî –helbest, vegêran, bîranînên girtîgehê‒ hatiye organîzekirin, tê de mijarên tematîk û şertûmercên dîrokî yên taybetî bi pêş de hatine derxistin ku karîger in li ser stratejiyên çandî û siyasî yên têkoşînên berxwedanê yên cihêreng ku di nav wan de yên Filistîn, Nîkaragûa û Afrîkaya Başûr hene.Edebiyata Berxwedanê, bi wergêrana Umran Aran û Yusiv Hemedî û bi teqdîm û pêşgotina Serdar Şengül û Mia Carterê, xwîner û nivîserên kurdî vedixwîne nav danûstendineke fikrî û edebî.
Yazarlar
Yazar
Barbara Harlow
Profili Görüntüle
1 kitap
Yazar
Umran Aran
Profili Görüntüle
1 kitap
Yazar
Yusiv Hemed
Profili Görüntüle
1 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş