Dubeyti

Dubeyti

ISBN: 3002784100169

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Baba Tahirê Uryan kevintirîn şairê Lor ê Îranê ye ku şiîra Îranê ya nivîskî bi wî dest pê kiriye. Ev rastî, ji hêla îraniyan jî tê qebûlkirin; lê mixabin hin ji wan, erê Lorbûna Baba Tahir tesdîq dikin, lêbelê kurdbûna Loran qebûl nakin û îddîa dikin ku Lor, Pars in. Ev yek heta deverkê tê fêhmkirin ku çima hin ji îraniyan vê îddîayê diparêzin: Lewra eger kurdbûna Baba Tahir qebûl bikin, ev tê wê menayê ku edebiyata Îranê, bi kurdekî destpê kiriye; Û ev yek, ji hin îraniyan giran tê. Li gor çavkaniyan, Baba Tahir di sala 1010 ê zayinî û 410 ê koçî de wefat kiriye. Lexwe ji dayikbûna wî di dawiya sedsala dehan, û wefata wî di destpêka sedsala yazdehan de ye. Kitêba ku ji vê wergera me re bûye çavkanî, ji hêla weşanxaneya Îqbal di sala 1983yan de li Tehranê û bi navê Dîwanî Şi^rî Baba Tahirî Uryanî Hemedanî hatiye çapkirin. Di wergerê de me xwe bi piranî bi tertîba vê kitêbê ve girêda; lêbelê me Dubeytiyên ku bi navê Dubeytîhayî Meşkûk ( Duyebtiyên Biguman) di dawiya kitêbê de cih girtine, meşkûk nehesibandin û li Dubeytiyên din îlawe kirin; û xezelên ku di nav Dubeytiyan û Dubeytîhayî Meşkûk de cih girtine, me di dawiya kitêbê de bicih kirin.Lewra me xwe ti cihêbûnekê di nav Dubeytîyan û Dubeytîhayî Meşkûk de tesbît nekir û bi baweriya me, yan divê Dubeytî hemûmeşkûk bên dîtin, yan jî divê Dubeytiyên Meşkûk, ji Meşkûkbûnê bêne derxistin; me jî weha kir..

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş