Du Zeylên Şerefnameya Bedlîsî ( Teksên farisî û tirkî û wergerên yên Kurdîya Kurmancî)

Du Zeylên Şerefnameya Bedlîsî ( Teksên farisî û tirkî û wergerên yên Kurdîya Kurmancî)

ISBN: 9786256963863

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Gera çend salên min li pey destnivîsên Şerefnameya Bedlîsî di kitêbxaneyên Brîtanyayê û cîhanê de -çi raste rast min û çi jî bi rêya katalogên kitêbxaneyên rojhilatê re, ez gihandim wê neticeyê ku ez wan zanyarîyên li ser 41 destnivîsên şahkarê Şeref Xan ku min bi dest xistine, ez wan berhev bikim û di kitêbekê de biweşînimDi midetê wê ger û lêgerînê de ez tê gihiştim ku bi kêmasî du zeyl/pêvek ji bo Şerefnameyê hatine nivîsandin ku ji yên ji alîyê Mîrza Mehmûdê Baneyî û Fereculla Zekî el-Kurdî ve hatine nivîsandin cihê ne û xelkekî kêm nebe kesek jê agahdar nebûye. Ez xwedî bext û talihî bûm ku ew herdu zeyl bi destê min ketin û ez wan biweşînim:Zeyla yekem, kesekî navê wî Şem'î nivîsandîye ku 82 sal piştî nivîsandina Şerefnameyê, kitêbê wergerandîye ser tirkî û Dîroka Şeref Xan, di behsa mîrên Egilê/Gêlê û Paluyê de, heta serdema xwe anîye.Zeyla duyem, Mihemed Îbrahîmê Erdelanî ji bo Emanulla Xanê Erdelanî nivîsandîya û li ser wê nûsxeya [Şerefnameyê] zêde kirîye ku Xan wê diyarî daye Sir John Malcolm ê yekemin nûnerê siyasî yê Brîtanyayê yê Îranê. Midetê dîroka vê zeylê 320 sal e. Li vir dê wergerên herdu zeylan ên kurdî bikevin li ber çavê xwende- vanan.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş