Dîwan - Îbrahîm Tehsîn Doskî

Dîwan - Îbrahîm Tehsîn Doskî

ISBN: 9786257568920

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Di pênaseya şi'irê da cudabûneka berçav di boçûnên pisporan da heye; ji ber ku her êk ji wan şi'ir bi wî rengî daye nasîn, yê şi'irê kar pê lê kirî, yan wî karê şi'irê pê dîtî. Belkî sadetirîn pênaseya şi'irê ew bit ku ew gotineka lêkhatî û xwudan kêş û qafiye ye. Û bi rastî metela vê danenasînê bo şi'irê wekî metela wî kesiye yê xaniyekê ciwan û taze ji derve bibînit û şûrha wî ya ji derve bo me salox bidet, bêyî xweşiya wî xanî ya navxweyî bo me bêjit!Û hindekên dî, di pênaseya şi'irê da dibêjin: şi'ir ew gotina şirîn e ya karekê wesa li mirovî diket ku ew pê bihejît. Ew bi xwe  eve şûnwarê karlêkirina şi'irê ye, li wergirî, êk ji nîşanên serkeftina wê ye, ne ku rastiya wê ye...Û şi'ir çi bit çi nebit... Ya em dizanîn ew tişteke yê hey û karî li me diket û em pê daxbar dibîn û eger di şiyana me da nebit em pênaseyeka timam û pêkhatî bo wê bidanîn jî, em dişêyn wan sitûnan destnîşan bikeyn yên avahiyê şi'irê xwe li ser digirit û pê li ber çavên me ciwan aşkera bibit.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş