Dınya Ya Mın A Germ Dınya Ya Wan A Sar

Dınya Ya Mın A Germ Dınya Ya Wan A Sar

ISBN: 9786257568692

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Mîna çiyayekî perên xwe vekirin. Heçku dê hemû sûskewên dinyayê lê bilûsin û dê hemû destên ku di valahiyê de qerisîne, pê germ bibin.Mirov îlem li ber paxilekê germ dibû û îlem piştek diviya jê re; germ û aram. Da ku tê de binve. Heke dil biqerise û tîhna wê paxila hezê, wê singa evînê seh neke, li nav doşek û lihêfên qedîfe her qerisîye, her cemed e her bi sirê dibihûre… Sir dibihûre, sir digire. Sir diqerêse, dil dike asin, dil dike kevir.                 Min dî got: Dinyaya min a biçûk û germ.. Çimkî Min dizanibû kengî ruhê min li ber ba û sermayê biqerise, destekî dostane xwe ber min ve dikir. Destê wî dostî.. Wî dostê min ê ji paxila Simbî mişext bûyî û xwe li ber palên Alpê girtî.Min piştî bîst salan ew dît. Sermaya Alpê bi yek carî li min bû honikahiya zozana Berçelan.    

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş