Destxeta Petersburgê

Destxeta Petersburgê

ISBN: 9786256963955

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Ez li meydanekê me nêzîkî stasyona trênan li bakurrojhilatê navenda bajarê Petersburgê. Telefon di destê min de ye. Ez bi displaya biçûk de dinêrim û didim pey fermanên ku App a Offline Maps & Navigation dide min. Berê min li kitêbxaneya netewî ya rûsî ye. Li meydana Ostrovskogo li Petersburgê. Armanc: pêketina şopekê ku mirov bigihîne desxeta Mela Mehmû- dê Bazîdî ew berî sed û pêncî salî ji bo akademiya imperatorî a rûsî tomar kiribû. Di navbera min û kitêbxaneyê de, li gor ku li ser displayê diyar dibe, du kîlometre ne. Nîv se'etek meş yanî. "Ne xem e. Meş pêwist e ji bo ku ez bikaribim zora sermaya vî bajarî bibim". Ez dilê xwe xweş dikim û di kolana Nevsky de berê xwe didim rojava. "Ku ne ev App be jî ezê winda nebim. Ezê rasterast bimeşim paşê li ser destê xwe yê çepê bizîvirim. Hew ev e. "Ez ji xwe re dibêjim û serê xwe ji ser displaya vêketî radikim.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş