Destpekek ji bo Felsefeye

Destpekek ji bo Felsefeye

ISBN: 9786058160804

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Ev xebat, wek gelek mînakên destpêkên ji bo felsefeyê, li ser  çend mijarên ramana felsefeyê disekine û wan dinirxîne. Di vê  xebatê de ramana felsefî wek pênaseyeke giştî tê pejirîn ku  mebesta me ji vê hem Felsefeya Rojava hem jî disiplînên wê yên  bingehîn in. Di vê pirtûkê de em ê lisê mijarên sereke yên  felsefeyê bisekinin, ku heya niha di gelek xebatên li ser felsefeyê  yên zimanên têvel de hatine nivîsîn. Van mijaran zanînnasî (epis- temology), hebûnnasî (ontology) û sincnasî (ethics) ne. Ev hersê  mijar, ji destpêka felsefeyê, ango dema felsefe wek ramaneke  bipergal û birêzik derketiye pêş, heya îro bi şewêyê cûrbicûr  hatine nîqaşkirin. Li gor şertên civakî, çandî, bêhtir jî yên  ramyarî/siyasî (political) û aborî, Herwiha, Li gor pêşveçûnên  zanistî, teorî û nêrînên derbarê van mijaran de jî guherîne û  teoriyên nû derketine pêş. Ji ber ku felsefeyê bêhtir teşeya xwe ya ramanî bi şêweyeke  pergalî li Rojava, ango li Yewnana Kevin, bi dest xistiye, me jî  mijar li gor nêrîta Felsefeya Rojava rave kir û nirxand.  Di vê xalê de em dikarin bibêjin ku ev xebat wek danasîn û  şayesandina sê mijarên sereke yên felsefeyê bi  zimanê Kurdî ye.  Bi rastî, girîngiya xebatê di  pişka hevokê ya duyemîn de ye.  Lewre ebesta me ne tenê danasîn û ravekirina sê mijarên felse- feyê ne, ji xwe ev tişt têra xwe bi zimanê din têne kirin. Mebesta  herî girîng ya vê xebatê ev e ku di zimanê Kurdî de ramana felsefî  bi şêweyeke hizirbar, razber û pergalî bîne ziman. Bi gotineke  din, armanca pirtukê ya sereke, bi peyv û têgehên Kurmancî  teşedana ramaneke razber e. 

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş