Kitap Hakkında
Çîrçîrok, dinyaya xeyalan rengûreng û dewlemend dike. Zarok bi vegotin û xwendina çîrçîrokan, peyvên nû hîn dibin, bi zimanekî dewlemend dikarin bi rêk û pêk xwe îfade bikin. Hêza raman û hestên xwe bi çîrçîrokan dimelînin û dikemilînin. Hunera hizirkirina jiyana nedîtbar bi çîrçîrokan geş dikin. Pêwîste ku hemû dê û bav ji zarokên xwe re çîrçîrokan vebêjin an jî bixwînin. Bi vegotin û xwendina çîrçîrokan di navbera dê, bav û zarokan de danûstandineke germ û bi dil û can çêdibe. Di vê pirtûkê de 20 çîrçîrokên Kurdî hene. Kêç û MûrîCarekê cebarekê,Xwedê û pêxember qerarekê,Kûsî rabû ser serê darekê.Erd hejiya dar leqiyan,Kûsî ket her du çavên wî rijiyan.Kûsî kete gelek gemiyan,Li dinyayê geriya, li behra reş wergeriya,Mişk û mar li hev civiyan.Hinekan go “axiriya dewrê ye.”Hinekan jî go “na ne axiriya ne dewrê ye, Gurmegurma mîrkuta qîza kurê kerê ye.”
Yazar
Yazar
Yasemin Elban
Profili Görüntüle
8 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş